02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
HAKKARÎ
Şaredariya Hekariyê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da peywirdarî lê hat kirin, logoya xwe nû kir.
Di daxuyaniya şaredariyê da hat destnîşankirin ku logoya berê ji ber sedemên wekî xwerûtî, rêje, reng, karakterên nivîsê, sepandin, resenî û şêweyên çapê, guncaw nehat dîtin û ji ber hindê hat tezekirin.
Herwiha di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku di logoya nû da rengê hêşîn ku sembola îtibar, hêz, serkeftin û serkirdetiyê ye, heyv û stêrk ku bi şêweya vektorî hatin xêzkirin û herwiha sembolên bajêr Çiyayê Simbil, berf, Ava Zapê û guldexwîn hene.