İbrahim Atmaca
02 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2019
Wezîrê Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê yê Îranê Mihemmed Cewad Azerî Cehromî ji ber birîna înternetê ku di protestoyên zema benzînê da hat birîn, li welêt operatorên GSMyê 90 milyon dolar zirar kirin.
Cehromî daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) û diyar kir, ji ber birîna înternetê zirara herî mezin gihîşt esnaf û şirketên ku bazirganiya xwe ser înternetê dikin, ew ê bi odeyên bazirganî û yekîtiyên esnafan ra xeberdin û paşê hemûyan li ser hev eşkere bikin.
Cehromî diyar kir ku li gor rapora Saziya Verastkirinê ya Ragihandinê, operatorên GSMyê ji ber birînê 90 milyon dolar zirar kir, dahata rojane ya Şirketa Posteya Neteweyî ya Îranê ji sedî 40 kêm bû.
Li gor biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilinda a Îranê ji bo ku pêşî li xwepêşandêran were girtin di 16ê mijdarê da înternet hatibû birîn. Di 25ê mijdarê da li gelek herêmên welêt xetên înternetê yên sabît hatibûn berdan.
Li Îranê ji ber ku 3 caran zem dan ser benzînê, xwepêşandinên zema benzînê di 15ê mijdarê da dest pê kirîbûn û li gelek bajarên welêt belav bûbûn.
Di xwepêşandinên ku 3 rojan dewam kirin da gelek banqe, market û îstasyonên benzînê hatibûn şewitandin, 7 hezar kes jî hatibûn binçavkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kiribû ku di çalakiyan da herî kêm 161 kes hatin kuştin.