IĞDIR
Li ser îxbara malbatê cendirmeyan dest bi lêgerînê kirin, lê Tosûn nehat dîtin.
Bavê Enesê piçûk, Metîn Tosûn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li hemû mala geriyan û wiha dewam kir: "Min destur dayê ku 2 saeta li derve bilîze, lê Enes ji gund derketiye, Enesê min birine. Ji bo xatirê Xwedê ez ji her kesî re dibêjim alîkariyê bidin me."
Dayîk Bahar Tosûn ditirse ku tiştek bê serê zarokê wê.
Dayîk Tosûn jî got ku hatiye dîtin ku zarokê wê li wesayîtek xerîb swar bûye û wiha dewam kir: "Zarokekê got ku wesayîteke xerîb hat enes girt û bir. Welatiyekê ku ji Tuzlucayê hat jî wesayîteke xerîb dîtiye. Ez lava dikim. Bila ewladê min ji min re bişînin. Kesên ku bibîne bila ji bo Xwedê alîkarî bide."