TBMM
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş dema hat Lijneya Giştî pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa hilbijartina serokatiya meclisê Demirtaş wiha got: "Em raya xwe didin Dengîr Beg"
Rojnamevaneki din ji Demirtaş pirsî: "Heke hilbijartin neqede û ew bimînin tura çaremîn tevgera wanê çi bibe?" Demirtaş pirs wiha bersivand: "Em dixwazin Dengîr Beg bimîne tura çaremîn."
Cigirseroka Koma HDPyê Pervîn Buldanê jî der barê gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî de wiha got: "Daxuyaniya Birêz Bahçelî ya ku îro da, me hemûyan xemgîn kir."