Li zozanê Bilbilanê sipehîtiya mij û moranê
Ardahan
Li zozanê Bilbilanê yê di navbera Erdexan û Artvînê da dîmenên newaze yên mij û moranê mirov hejmetkar dihêle.
Ji ber germahiya ku li herêmê ev qederek e xwe nîşan dide, mijê xwe bi ser zozanê Bilbilanê yê navdar ê li ser sînorê Erdexan û Artvînê da berda.
Mij û morana ku dem bi demî tesîra xwe nîşan dide, nexasim li zozanê Bilbilanê ku raqima wê 2 hezar û 580 ye, dîmenên newaze derxistin holê.
Welatî Volkan Yildiz ê li zozanê Bilbilanê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew havînan nexasim vê derê tercih dikin û wiha dewam kir, "Niha li vê derê însan dicemidin, hewa hênik e û dîmen jî newaze ye. Bilbilan ciyekî wisa ye ku kesên ji germê aciz bûne, divê rabin û werin bibînin û ji xwe ra lê bigerin."
Ji aliyekî din va li rêbejaya Erdexan-Ardanuçê ji ber mij û moranê mesafeya dîtinê kêm bû û lewma ajokaran zehmetî kişand.