Tirkiye

Tirkiyeyê bertek nîşanî peymana Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da

Wezareta Karên Derva: "Wijdana xelkên herêmê wê tu wextî helwesta riyakar ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb efû neke ku bêbextî li doza Filistînê dike"

Nihat Kavşut  | 14.08.2020 - Rojanekırın : 15.08.2020
Tirkiyeyê bertek nîşanî peymana Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da

Ankara

 Wezareta Karên Derva der barê peymana asayîbûnê ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bi Îsraîlê ra çêkir da wiha got: "Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bi plana Amerîkayê ku mirî ye û derbas nabe hesabên bi dizî dike û bi vî awayî îradeya Filistînê tune dihesibîne."

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da der barê daxuyaniya hevbeş ya Amerîka, Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da ku pê tê xwestin têkiliyên Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bi temamî asayî bibe hat destnîşankirin berteka hêzdar û muşterek ya rêvebirî û xelkê Filistînê mafdar e.

Wezareta Karên Derva der barê peymana asayîbûnê ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bi Îsraîlê ra çêkir da wiha got: "Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bi plana Amerîkayê ku mirî ye û derbas nabe hesabên bi dizî dike û bi vî awayî îradeya Filistînê tune dihesibîne. Wijdana xelkên herêmê wê tu wextî helwesta riyakar ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb efû neke ku bêbextî li doza Filistînê dike."

- Di navbera Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Îsraîlê da peymana asayîbûnê

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihandibû ku Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji bona "asayîkirina hemû pêwendiyan" li hev kirine.

Trump li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê wiha gotibû, "Îro pêngaveke mezin e. Di navbera dostên me yên baş û xweş Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da peymaneke dîrokî ya aştiyê."

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirina Trump hilda û got ku "Îro rojeke dîrokî ye."

Di nûçeya WAMa ajansa fermî ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da hatibû diyarkirin Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji bona tesîskirina pêwendiyan li ser "nexşerêyeke hevbeş" li hev kirine û rayedarên herdu dewletan di hefteyên pêş da wê bên bal hev û di warên curbecur da peymanên dualî îmze bikin.

Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştî Misir (1979) û Urdinê (1994) bû dewleta Ereban ya sêyemîn ku bi Îsraîlê ra peymana asayîbûnê îmze dike. Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.