16 Adar 2016•Rojanekirin: 17 Adar 2016
HAKKARÎ
Endamên PKKya rêxistina terorê li navçeyê çal vedan, barîkat çêkirin û can û malê gel tehdît dikin. Nifûsa navenda Yuksekovayê dora 70 hezarî ye, lê ji ber bûyeran 40 hezar kes ji warê xwe bûn.
Walîtiya Hekariyê di 13ê adarê da ji saet 22.00î pê va li hemû navçeyê derketina derva qedexe kir û ji demê vir va tevdîrên ewlehiyê didomin.
Endamên rêxistinê bi herî zêde li taxên Eskî Kişla, Orman, Yenî, Mezarlik, Yeşîldere, Dîze, Esentepe, Gungor û Cumhuriyetê çal vedane û barîkat danîne. Hêzên ewlehiyê herî zêde li vir operasyonê dikin û hedefa wan da kuştina 350-400 terorîstên ku piraniya wan ji çiyê hatine, tijekirin û rakirina dora 200 çal û barîkatan û îmhakirina 150 teqemneiyên ku bi destan hatine çêkirin, heye.
Piştî ku qedexeya derketina derva hat îlankirin, têketina navçeyê ji Yeni Kopru û Şemdînlî, Daglica û Deriyê Sînor ê Esendereyê ra dibe û hêzên ewlehiyê kontrol zêde kirin. Hêzên ewlehiyê alîkariyê didin kesên ku dixwazin ji navçeyê derkevin jî.
Ji bilî rewşên taybet, hêzên ewlehiyê destûrê nadin ku kes bikeve navçeyê û bangî endamên rêxistinê dikin ku teslîm bin.
- Pêdiviyên malbatên ku koç dikin, tê peydakirin
Malbatên ku naxwazin ji terorîstan ra bibin "mertalên zindî", Hekarî û Wan di serî da, li bajarên der û dorê mal kirê kirin û kişyanê. Hin malbat jî çûn cem xizmên xwe.
Walîtiyên Hekarî û Wanê jî li malbatên ku koç dikin digerin û pêdiviyên wan pêk tînin.
Pisporên Midûriya Polîtîkayên Malbat û Civatî ya Hekariyê 558 malbatên ku ji Yuksekovayê koçî Hekariyê kirin, tesbît kir û xwe gîhand 320 malbatan. Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Sosyal (SYDV) pêdiviyên malbatan pêk anîn.
60 hezar û 750 lire li 28 malbatan hat belakirin. Di nav vê mehê da jî 250 lire alîkarî wê li 167 malbatan were belakirin.
Ji 275 malbatên ku ji terorê mexdûr bûne, 128 hezar û 400 lire alîkariya kirê ji wan ra hat kirin. Ji bo tenduristiya malbatan û perwerdeya zarokan jî tevdîr hatin hildan. Li navçeyê ji bo nan û derman firûn û eczexaneyên nobedar vekirî ne.
Li gor daxuyaniyên ku Sererkaniyê dabûn, di operasyonên Yuksekovayê da di nav 3 rojan da 28 terorîst hatin kuştin.