Tirkiye

Li Wanê taviya baranê hat

Orhan Sağlam, Nevzat Umut Uzel  | 11.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Li Wanê taviya baranê hat Nevzat Umut Uzel

Van

Li Wanê ji ber barana gur hin kûçe û kolan di nav avê da ma, welatiyan zehmetî kişandin.

Ji ber barana ku li navenda bajêr ji nişka va lê kir li hin kûçe û kolanan golên avê çêbûn, ajokaran tengasî kişandin.

Welatî ji bo ku xwe ji baranê biparêzin li kargehan û sivêrnekan sekinîn, hin jê jî xwe ji ser dîwarê ra avêtin ku nekevin nav golên avê.

Ekîbên rêbejayê û şaredariyê li rêyên ku golên avê çêbûne xebat kirin polêsan jî ji bo ku di trafîkê da tengasî çênebe li xaçerêyan tevdîr hildan.

Hin esnafan ava li ber kargehên xwe texliye kirin û tê payîn ku li bajêr şilî bi navber bibare.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın