Di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 161 gumanbar hatin girtin

Ankara
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlikaya ragihand ku di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 161 gumanbar hatin girtin.
Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê NSosyalê da destnîşan kir ku di nava hefteyekê da li 38 parêzgehan ku Enqere û Stenbol jî di navê da ye, operasyonên hevdemî hatin lidarxistin.
Yerlikaya anî ziman ku 161 gumanbarên ku hat tesbîtkirin xebatê ji bo DEAŞê dikin û yan jî piştgiriya aborî didin rêxistina terorê, hatin girtin.
Yerlikaya diyar kir di encama operasyonên da çekên bêruxset digel gelek dokumentên rêxistinî û materyalên dijîtal hatine desteserkirin.
Yerlikaya got,"Ez pîrozbahiyê li serdozgeriyên me yên Komarî, Serokatiya Daîreya TEMê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê û polîsên me dikim. Ji bo aramî û ewlehiya gelê xwe em operasyonên xwe bê navber didomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.