16 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2019
Li Wanê ji bo Ahmet Sînan Demircanê ku li bakurê Iraqê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da şehîd ketibû merasîm hat lidarxistin.
Merasim li Fermandariya Fîloya Firokeyan a Fermandariya Kolorduya Asayîşa Cendermeya Wanê hat lidarxistin.
Tabuta şehîd Ahmet Sînan Demircan bi alaya Tirkiyeyê hat pêçan, rêz li ber hat girtin û kurtejiyana wî hat xwendin û dia hatin kirin.
Cenazeyê şehîd piştî diaya Omer Keskînê Miftiyê Bajêr bi balafirê şandin Gazîentabê.
Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, Fermandarê Kolorduya Asayîşê ya Cendirmeya Wanê Tumgeneral Haci Îlbaş, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Tûxgeneral Yavuz Ozfîdan, Midûrê Emniyeta Wanê Mehmet Suat Ekîcî û nûnerên saziyên sivîlan beşdarî merasimê bûn.
Ahmet Sînan Demircan li bakurê Iraqê di çarçoveya Operasyona Pencîka 2yê ya dewam dike da, di encama teqandina teqemeniyên destçêkirî (EYP) da giran birîndar bûbû.
Demircan piştî demekê din li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd ketibû.