Mesut Varol,Özkan Bilgin
28 Îlon 2023•Rojanekirin: 29 Îlon 2023
VAN (AA) - Li Îpekyoluya navçeya Wanê du malbatan bi çekan şer kir û di şer da kesek hat kuştin, 7 kes birîndar bûn.
Li Taxa Kevenliyê du malbatan ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, şer kir.
Di şer da çek hatin bikaranîn û li gor tesbîtên ewil kesek hat kuştin, 7 kes birîndar bûn.
Li ser êxbarê polês, UMKE û ambulans sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Polêsan 15 kes binçav kirin, li taxê tevdîra ewlehiyê hildan.