Mesut Varol
11 Hezîran 2022•Rojanekirin: 17 Hezîran 2022
Ji 4 bendavên li bajarê Wanê ava 3 hebên wan bi saya berf û baranê ya îsal barî zêdetir bû.
Ava bendavên Zernek, Koçkopru, Morgedîk û Sarimemetê yên ku di qada vejen, avdan û ava vexwarinê da tên bikaranîn di mehên payîzê da vekişiyabû.

Zivistanê ji ber ku ji bendewariyê zêdetir barîn çêbû ava di bendavan da jî zêde bû.

Erdê bendavên Zernek, Koçkupru û Morgedîkê ku îsal ji ber vekişîna avê şoraxî bûn û welatiyan dikaribû li serê bigerin lê bi barînê ew rewş ji holê rabû û ji sedî 80yê bendavê tijî av bû.