Önder Beyter
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
VAN
Li Wanê 750 mozvanî dest bi vekirina devê 140 hezar kewarên hingiv kirin.

Li Wanê ji ber dewlemendiya giha û hêşînahiya li zozanan mozvan kewarên xwe tînin û li deverên serdest datînin. Herwiha kewarên ku bona hingiv bi mehan berê hatin danîn, êdî tên vekirin.
Serokê Yekîtiya Mozvanên Wanê Halîl Tandogan di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku li tevahiya parêzgehê 750 mozvan di 140 hezar kewarî da hingiv hildiberîne.

Tandogan diyar kir ku ji hêla hejmara kewaran va Wan li Tirkiyeyê di 10 rêzên pêşiyê da ye û wiha xeberda, "Sezona 2017an pir berhemdar û bibereket derbas bû. Me nijadê herî çalak û baş ê mozan heye. Em pêşbînî dikin ku hilberîna me wê ji ser navîniya hilberîna Tirkiyeyê ra be."

Tandogan herwiha destnîşan kir ku ew li bendê ne li Wanê 2 hezar ton hingiv bê rakirin û wiha dewam kir, "Nebûna qirêjiya hawirdorê û paqijiya xwezayê helbet bandorê li ber û berhemdariya hingiv jî dike."
Hilberînerê hingiv Burhan Baran got ku wan îsal hingivekî pir biqalîte girt û wiha xeberda, "Ez hêvî dikim ku îsal ji bo hemû mozvanan bibe saleke bi ber û bereket. Em li benda rekolteyeke ji ser texmînan ra ne."