Ekip
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
LONDRA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sermizakerevan Omer Çelîk: "(Der barê gotinên Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel ên li ser firotina çekên ji bo Tirkiyeyê) Êdî rêxistinên şibiya DEAŞ û PKKê li paytextên Ewropayê jî digerin. Evê ji bîr nekin. Em bi têkoşîna li dijî van rêxistinan va, wekî dewlet sînorên xwe diparêzin. Ev têkoşîna me bi kêrî Ewropayê jî tê û em sînor û ewlehiya wan jî diparêzin. Ji ber vê heke kêmasiyek di têkoşîna me ya dijî van rêxistinan de çêbibe, bizanin ku ev ji bona ewlehiya Ewropayê jî kêmasiyek e."
"Herî zêde komên radîkal dixwazin bibihîzin têkiliyên YE û Tirkiyeyê ku dewleteke laîk, demokratîk û hiqûqê ye û nifûsê wê bi piranî misilman in qut bibin. Loma jî gotinên 'Em mizakereyên YEyê yên bi Tirkiyeyê ra bidin sekinandin û biqedînin' ji bo komên radîkal piştgirî ye û wan bihêz dikin."
"(Gotinên Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel ên li ser sîlahfirotina Tirkiyeyê) Tirkiye van sîlahan ji bo çi dixebitîne? Ji bo têkoşîna dijî terorê, têkoşîna dijî DEAŞ û PKKê dixebitîne. Armanca vê hevokê ji aliyekî va ew e di ku têkoşîna dijî terorê ya Tirkiyeyê da zeafiyet çêbe."