Fatih Gazioğlu
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
SÊRT
Li Aktaşa gundê Sêrtê jimara kesên ku ji ber belavbûna xaza klorê di bin tesîrê de mabûn, derket 109an.
Walîtiyê Sêrtê der barê bûyera ku duh qewîmi de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama bûyera ku duh qewîmî de, jimara kesên ku di bin tesîrê de mabûn derket 109an.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Li gor lêkolîna me duh dabû destpêkirin, 3 gundiyên ku navê wan C.Ç, C.C. û A.K tanqeke xaza klorê ya ku nêzî depoya avê ya Şaredariya Kurtalanê dibînin û tanqê tînin gund. Ev kes meraq dikin û waneya tankê vedikin. Demekê şûnda xaza klorê li hemû gund belav dibe û tesîre li ser mirovan dike. Ji bo tedbîrê wezîfedarên me gund ji bo demeke kin xalî dikin. Piştî saet 01.00ê jî gundî dizivirin gundê xwe. Ji şikbaran C.Ç. û A.Ke piştî bûyerê hatin binçavkirin. Ji bo girtina C.C jî xebatên lêgerînê dewam dikin. Der barê bûyerê de lêpirsina ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve hatibû vekirin jî dewam dike. Ji bo geşedanên nû em ê we agahdar bikin."