Sidar Can Eren
11 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2022
Li Tunceliyê, Navenda Kaşûnê ya Ovacixê ya ku bi qasî 4 mehên salê vekirî ye, piştî barîna berfê sezon vekir.
Navenda kaşûnê ya ku bi destê Wezareta Ciwanî û Werzişê va di sala 2015an da bi veberhanana 5 milyon lireyî va hat çêkirin, hersal gelek turîstên xwemalî û biyanî diezimîne.
Navenda ku pîsta wê ya 1200 metreyî, teleskî û otêla 70 nivînî heye, bi barîna berfê ra sezon vekir û kaşûnhezan berê xwe dan navendê.
Kaşûnhezên ku ji navçe û parêzgehên nêzîk hatin, bi dilê xwe kaşûn û snowboard kirin.
Ziyaretvan Orhan Gul ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, Navenda Kaşûnê ya Ovacixê, navendeke pir xweş e ku mirov zivistanê biçê û wiha dewam kir:
"Van salên dawîn heya ku ji min tê, ez tevî zarokan têm vir û em wextekî xweş diborînin. Navend her wisa ji ber ku nêzîkî navenda bajêr e jî mirov dikare di nava rojê da were û dîsa vegere."
Kaşûnhez Nîsanûr Unalê jî diyar kir, ew û hevalên xwe ew ji Elezîzê ji bo kaşûnê hatin Ovacixê û wan bi dilê xwe kaşûn kir.