Ayşe Yıldız
11 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2022
Rektorê Zanîngeha Akdenîzê Prof. Dr. Ozlenen Ozkan daxuyand ku Asiye Ateşa 4 salî ya li Gazîentabê di êrîşa 2 kûçikên pîtbull da birîndar bûbû felca rû derbas kiriye û ji bo vê jî wê bê emeliyatkirin.
Ozkan ji ber 10ê Çileya Paşîn Roja Rojnamevanên Dixebitin bi xebatkarên çapemeniyê ra hat bal hevdu û roja wan pîroz kir.
Ozkan li vir behsa Asiyeya ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê tê tedawîkirin kir û der barê rewşa wê da agahî da.
Prof. Ozkan got rûyê Asiyeyê felc bûye û wiha axivî: "Qismekî rûyê wê zirar dîtiye. Vê hefteyê em ê emeliyat bikin. Armanca me ew e ku paşê ew bikaribe lêvên xwe bi kar bîne. Wê emeliyateke girîng be. Heke em midaxele nekin dema ew xwarinê bixwe wê tengasiyê bikşîne."
- Bûyer
Li taxa Beştepeya Şahînbeya navçeya Gazîentabê di 22yê çileya pêşîn a 2021ê da 2 kûçikên "pîtbull" êrîşî Asiye Ateşa 4 salî kiribûn û ew bi giranî birîndar kiribûn.
Piştî tedawiya ewil a li nexweşxaneya bajêr ew sewqî Antalyayê kiribûn.
Prof. Dr. Omer Ozkan û ekîba wî neqla wê ya rû û milên wê kiribûn û ew di 26ê çileya pêşîn a 2021ê da li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê emeliyata wê kiribûn.