SÊRT
Li Tilloya navçeya Sêrtê namzedê AK Partiyê Îdham Aydin li gor encamên nefermî bû serokê şaredariyê.
Serokê Bajarê AK Partiyê yê Sêrtê Fuat Ozgur Çalapkulu daxuyanî da û diyar kir ku li gor encama hilbijartinê namzedê AK Partiyê Aydin 612, namzedê HDPê Ozcan Aksoy jî 236 ray hilda.
Çalapkulu destnîşan kir ku li gor encamên nefermî serokatiya şaredariya Tilloyê namzedê AK Partiyê Îdham Aydin qezenc kir.
Li Tilloyê piştî hilbijartina ku di 30yê adara 2014an hatibû kirin de, di navbera xizmên namzedê AK Partiyê û namzedê Partiya Saadetê de şer derketibû û namzedê Saadetê Behman Aydin bi kêrê hatibû kuştin.
Piştî van bûyeran Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) biryar dabû ku bila "hilbijartina serokatiya şaredariyê" ji nû ve bê kirin.
Li navçeyê hilbijartina parlementoyê û hilbijartina herêmî bi hev re hatin kirin.