ANKARA
Parlementerê Stenbolê û Namzedê Enqereyê yê HDPyê Sirri Sureyya Onder got: "Em gelek baş dizanin ku di dengên ku me girtin de dengên ku we emanetî me kirin hene û em ê vê qet ji hişê xwe dernexînin. Em temînata vê didin hemû welatiyên xwe yên ku dengê xwe emanetî me kirin."
Onder li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku daxuyaniya esas dê ji aliyê hevserokan ve bên dayîn.
Onder qal kir niha hindik maye ku partiya wan bi 80 parlementerî bikeve Parlementoyê û wiha axivî: Ev encam nîşan didin ku li hember sînornasnekirinê demokrasî, li hember zilmê azadî, li hember jiserxweçûnê tewazû, li hember şer aştî bi ser ket. Bila ji bo hemû Tirkiyeyê bi xêr be."
Onder destnîşan kir ku wek HDP teqez dê tu pîrozbahiyê li dar nexin û wiha axivî:
"Em divê bi tewazûyeke mezin û kêfxweşiyeke di cî de tu mezaretan nedin destê kesên dixwazin ku provokeyê bikin. Ev ji hemû hilbijêr û welatiyên me ricaya herî girîng e. Ricayeke me ya din jî ew e ku bila tu peywirdarên me heta lijneyên bajêr û navçeyê encaman eşkere nekin, cihê xwe neterikînin. Ez car din dibêjim ku bila ev encam ji bo welatiyên me bi xêr be. Em gelekî baş dizanin ku di dengên ku me girtin de dengên ku we emanetî me kirin hene û em ê vê qet ji hişê xwe dernexînin. Em temînata vê didin hemû welatiyên xwe yên ku dengê xwe emanetî me kirin."
Di navenda giştî ya partiyê de pîrozbahî tune
Rayedarên partiyê hişyarî dan komên ku li ber navenda giştî ya HDPyê kom bûn û hişyarî dan wan ku dê tu pîrozbahiyê li dar nexin.
Hevserokên Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag encamên hilbijartinê ji Stenbolê dişopînin. Li navenda giştî ya partiyê jî hin arîkarên hevserokan û endamên Lijneya Navenda a Birêvebirinê (LNB) hene.
Hilbijartina giştî ya parlementeriyê
Parlementerê Stenbolê yê HDPê û namzedê parlementeriyê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ragihand ku pîrozbahî wê sibê bên kirin.
Onder beriya ku ji navenda giştî ya partiyê veqete, partiyiyan ew pîroz kir. Onder daxuyand ku ew ê wek partî sibê pîrozbahiyan bikin û diyar kir, divê rêzê nîşanî şêniyên der û dora ku navenda giştî ya partiyê lê ye bidin. Onder wiha axivî:
"Nexweşê millet hene, kal û pîrên millet hene. Ji kerema xwe em ji hev belav bibin. Em ê ji bo pîrozbahiyê daxuyaniyê bidin û wê demê bikin. Destê xwe li hev nedin, diruşmeyan berz nekin."
Ji aliyekî din va partiyî li ber navenda giştî sekinîne û car caran diruşmeyan berz dikin û govendê digerînin.