Hasan Hüseyin Kulaoğlu, Şükrü Gündüz, Mustafa Hatipoğlu, Taha Erham Keleş
22 Îlon 2021•Rojanekirin: 23 Îlon 2021
Li Şîleyê di depoya fabrîqeyeke ku amûrên ceyranê çêdike da şewat derket.
Li Alkana kuçeya Taxa Avcikoruyê di depoya fabrîqeyeke ku amûrên ceyranê çêdikir da piştî nîvro ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.
Şewat di nav demeke kin da belav bû û ekîban bi firokeyên temirandinê, 17 wesayît û 62 personelên ji Omerlî, Şîle, Sancaktepe, Umraniye, Qertel, Siltanbeylî, Qadikoyê hatin va midaxeleyî şewatê kirin.
Hin kesên di tesîra dûmanê da man jî bi destê xebatkarên tenduristiyê yên li herêmê hatin dermankirin.
Dû û dûmana şewatê ji navçeyên li der û dorê jî hat dîtin.
Piştî xebatên ekîban şewat di 2 saetan da hat kontrolkirin û xebatên sarkirinê dewam dikin.
Wekî mayîn xebatkarên fabrîqeyê bertek nîşanî rojnamevanên dîmen dikişandin dan.