Fecri Barlık
12 Hezîran 2023•Rojanekirin: 14 Hezîran 2023
Li Sêrtê nêzîka 65 donim qada ku genim lê çandî bû, ji ber şewatê zirar dît.
Li gundê Aktaşa girêdayî navendê erdê genim ê Mehmet Ali Çelikbaş ji ber sedemeke ne diyar agir pê ket.

Li ser îxbara gundiyan ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Sêrtê hatin cihê bûyerê.
Gundiyan jî bi traktor û mekîneyên kar hewl dan midaxeleyî şewatê bikin.

Piştî xebateke bi qasî 2 saetan şewat hat vemirandin.
Di encamê de nêzîka 65 donim qada ku genim lê çandî bû û goristana gund, ji ber şewatê zirar dît.