Tirkiye

Li Stenbolê otobêsa rêwiyan wergeriya: 9 birîndar

Li Pendika navçeya Stenbolê otobêsa rêwiyan wergeriya û yek jê giran 9 kes birîndar bûn.

İbrahim Atmaca  | 14.09.2020 - Rojanekırın : 15.09.2020
Li Stenbolê otobêsa rêwiyan wergeriya: 9 birîndar

Istanbul

 Li Pendika navçeya Stenbolê otobêsa rêwiyan wergeriya û yek jê giran 9 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Stenbolê hat dayîn, otobêsa rêwiyan a ku di navbera Çorum û Stenbolê da rêwiyan dibe û tîne, li texma Esenyaliya Pendikê di rêya D-100î da ber bi Stenbolê diçû, li bariyeran xist û wergeriya.

Li gor daxuyaniyê ekîbên polês, tenduristî, îtfaiye û AFADê demildest sewqî herêmê kirin û li gor agahiyên ewilîn ên ku ji ekîbên ambulansê hat hildan, di qezayê da 1 jê giran 9 rêwî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hat gotin ku derbarê mijarê da lêpirsîn dan destpêkirin.

Piştî ku otobês ji cihê qezayê hat rakirin, çûyîn û hatin normal bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın