Metin Tokgöz,Zeynep Rakipoğlu,Mücahit Türetken
29 Îlon 2023•Rojanekirin: 30 Îlon 2023
Li Pendika Stenbolê piştî barana ku zêde barî, dîwarê îstinadê yê avahiyekê bi ser du wesaîtan da hat xwarê, 5 kesên di wesaîta servîsê da asê mabûn hatin derxistin û piştî xebatan kesê dawîn jî hat derxistin.
Li Pendikê piştî ku baran zêde barî şeveqê dîwarê îstinadê yê avahiyekê bi ser minîbusa servîsê ya bi plaqeya 34 LPN 459 û otomobîla bi plaqeya 34 GDB 949 ku ji rê derbas dibûn da hat xwarê.
Li ser îxbarê ekîbên îtfaiye, tenduristî û polêsên çûn ciyê bûyerê û piştî xebatan kesê dawîn jî hat derxistin.
Kesên birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.