ANKARA - Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê ji bo bikaranîna tekerên zivistanê biryareke sepandina mecbûrî da. Biryar di 8ê çiriya paşîn a par de di rojnameya fermî de derket. Li gor vê sepandinê wesaîtên bazirganiyê û yên rêwiyan ji 1ê çileya paşîn heta 1ê nîsanê divê tekerên zivistanê bi kar bînin.
Roja yekşemê serê meha çiriya paşîn e û li gor biryara ku Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê dabû ev sepandin di 1ê çileya paşîn yanî roja yekşemê dest pê dike.
Kontrola tekeran jî dê bi destê xebatkarên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cendermeyan ku wezaretê destûr daye wan bê kirin. Kesên ku vê nekin dê 500 lîre cezayê pereyan li wan bê birîn.