Tirkiye

Li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Türkan Tosun  | 18.01.2021 - Rojanekırın : 19.01.2021
Li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Ankara

 Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyeyê di 15ê çileya paşîn roja inê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Di 30yê Mijdara 2020î da li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kiribû.

Erdogan gotibû ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li seranserê Tirkiyeyê di nav hefteyê her roj di saet 21.00î da, di dawiya hefteyê da jî ji roja inê saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê bê qedexekirin.

Di vê çarçoveyê da qedexeya derketina derva ya seranserê Tirkiyeyê di 15ê çileya paşîn roja inê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Li Tirkiyeyê cara ewil di navbera 4-7ê çileya pêşîn da derketina derva hatibû qedexekirin, ev jî cara heftemîn e.

Heta biryareke nû bê dayîn qedexeya derketina derva wê wiha dewam bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.