Tirkiye, Koronavîrus

Derheqê 24 hezar û 755 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemele hat kirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand, derheqê 24 hezar û 755 kesên ku di navbera 11-18ê rêbendanê da guh nedan sînordarkirina derketina derva da miemeleya edlî/îdarî hat kirin.

İbrahim Atmaca  | 18.01.2021 - Rojanekırın : 19.01.2021
Derheqê 24 hezar û 755 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemele hat kirin

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî daxuyand, derheqê 24 hezar û 755 kesên ku di navbera 11-18ê rêbendanê da guh nedan sînordarkirina derketina derva da miemeleya edlî/îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat bibîrxistin ku di têkoşîna şewba vîrusa koronayê ya nû da (Kovîd-19) seba parastina tenduristiya civakî û şexsî sînordarkirina derketina derva dewam dike.

Di vê çarçoveyê da welatiyên ku biryara sînordarkirinê binpê kirin, ji bo wan miemeleya îdarî an jî edlî hat kirin û wiha hat gotin:

"Derheqê 24 hezar û 755 kesên ku ji 11ê rêbendanê pê va nava hefteyê navbera saetên 21.00 û 05.00î û di navbera 15ê rêbendanê roja înê saet 21.00 û 18ê rêbendanê saet 05.00î da guh nedan sînordarkirina derketina derva da li gor Qanûna Hifza Sihetê ya Giştî ku jimara wê 1593 ye û li gor bendên qanûna ceza ya Tirk miemeleya edlî an jî îdarî hat kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.