Tirkiye

Li ser Otoyola Anadoluyê qelebalixiya eydê

Mehmet Emin Gürbüz, Göksel Cüneyt İğde, Emre Ayvaz, Burak Uçar, Cem Ali Kuş  | 05.06.2025 - Rojanekırın : 06.06.2025
Li ser Otoyola Anadoluyê qelebalixiya eydê

Bolu

Li ser Otoyola Anadoluyê li aliyê Bolu, Duzce û Sakaryayê ji ber betlaneya Eyda Qurbanê qelebalixî çêbû.

Welatiyên ku dixwazin betlaneya eydê li memleketê xwe an li deverên tetîlê derbas bikin, bi rê ketin.

Ji ber ku ajokar bi rê ketin bi taybetî li Tunêla Çiyayê Boluyê, li rampaya Koroglu û li ser rêbeja Gerede-Karadenizê trafîk çêbû.

Ji ber ku çûnûhatin zêde ye, wesayit li hin cihan mecbûrî leza xwe dadixînin.

Li ser rêbeja D-100î li aliyê Enqereyê car caran qelebalixî çêdibe.

Li Duzceyê gîşeyên Kaynaşliyê, li texma Uçkopru, Asar û viyadukan jî qelebalixî heye.

Li Sakaryayê li dawiya Otoyola Kuzey Marmarayê li aliyê devera Akyaziyê hat dîtin ku jimara wesayitan zêde dibe.

Cerdermeya rêbejê ji bo di trafîkê da tengasî çênebe kontrolan didomîne.

Ji aliyê din va li texma Gebzeyê ya Otoyola Anadoluyê çûnûhatin normal dewam dike, lê belê li ser Pireya Osmangazî ya li Rêbeja Stenbol-Îzmîrê qelebalixî çêbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın