Tirkiye

Serokomar Erdogan "5ê Hezîranê Roja Hawîrdor a Dinyayê" pîroz kir

Di "Sedsala Tirkiyeyê" da em ê bigihîjin armancên xwe yên ku Tirkiye li dinyayê wê bibe welatê xwedî siruşta herî guncaw a ku mirov lê bikaribin bijîn û çavkaniyên siruştî bi awayekî berhemdar lê tên bikaranîn"

Kaan Bozdoğan  | 05.06.2025 - Rojanekırın : 05.06.2025
Serokomar Erdogan "5ê Hezîranê Roja Hawîrdor a Dinyayê" pîroz kir

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ew bawer dike ku di "Sedsala Tirkiyeyê" da ew ê bigihîjin armancên xwe yên ku Tirkiye li dinyayê wê bibe welatê xwedî siruşta herî guncaw a ku mirov lê bikaribin bijîn û çavkaniyên siruştî bi awayekî berhemdar lê tên bikaranîn û wiha got, "Ji ber Roja Hawîrdor a Dinyayê ez careke din bang li welatiyên xwe û hemû mirovahiyê dikim û her kesî vedixwînim ku der barê berhemdariya vejenê, rêvebirina bermayiyan, parastina siruştê û edetên xerckirina tiştan a ku hawîrdorê diparêze da bila hesas bin."

Serokomar Erdogan ji ber "5ê Hezîranê Roja Hawîrdor a Dinyayê" peyamek weşand û anî ziman ku zimanê siruştê bêdeng e, lê peyama wê xurt û eşkere ye.

Erdogan bal kişand ser wê rastiyê ku mirov çawa tevbigerin, siruşt jî wisa bersiva wan dide û wiha got: "Germbûna gerdûnî, çolterî, mirina hin cureyên heywanan a bi komî, lehiyên ji nişka va çêdibin, hezazên ku di salên dawî da çêdibin hemû li hemberî hovîtiya mirovahiyê parastina siruştê ya bi xwe ye. Roja Hawîrdor a Dinyayê ya ku em her sal di 5ê Hezîranê da wekî Tirkiye pîroz dikin ne tenê rojeke hişyariyê ye, ew di heman demê da bangeke xurt e ku ji me hemûyan ra tê kirin. Berpirsiyariya me heye ku em cîhaneke kesktir, jiyaneke domdartir û hawîrdoreke baş ya ku mirov dikare lê bijî ji bo nifşên dahatûyê ava bikin. Kes nikare vê berpirsiyariyê bixe ser milên kesekî din û ji bicîanîna erkên xwe dûr bikeve."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku av, ax, hewa û daristan ji bo nifşên dahatûyê emanet in ku divê baş bên parastin û wiha dewam kir: "Bicîanîna şertên vê emanetê yek ji erkên me yên herî bingehîn e. Di vê roja taybet da armanca me ew e ku em çandeke jiyanê ya li gorî siruştê biafirînin da ku siruşteke paqijtir ji zarokên xwe ra bihêlin. Ji ber Roja Hawîrdor a Dinyayê ez careke din bang li welatiyên xwe û hemû mirovahiyê dikim û her kesî vedixwînim ku derbarê berhemdariya vejenê, rêvebirina bermayiyan, parastina siruştê û edetên xerckirina tiştan a ku hawîrdorê diparêze da bila hesas bin."

Erdogan 5ê Hezîranê Roja Hawîrdor a Dinyayê ya her kesî pîroz kir û silavên xwe pêşkeşî welatiyan kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.