Önder Beyter
19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2020
Li Gola Çildirê ku dikeve navbera sînorê Qers-Erdexanê û ji ber sir û seqemê rûyê wê qerimiye, turîstên biyanî û xwemalî bi xizekên hespan şahî dikin.
Ziyaretvan li ser gola ku sitûriya cemeda wê gihîştiye qedera 40 santîmetreyî, li xizekên hespan siwar dibin û digerin.
Ji ber ku dawiya hefteyê ye û herwiha betlaneya nîvê salê ye, welatî eleqeyeke zêde nîşanî Gola Çildirê didin.
Herwiha li ser golê welatî govendan digerînin, lîstikan dileyîzin û ji xwe ra şahiyê dikin.