05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
HAKKARÎ
Li gundek û 3 mezreyên Şemdinliya navçeya Hekariyê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin li gundê Altinsu û mezreyên Dereboyu, Meydan û Eldeyê ji bo operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê qedexeya derketina derva hat îlankirin û wiha hat gotin: "Di operasyonan da ji bo ewlehiya can û malê welatiyan 5ê nîsana 2017an ji saet 03.00an pê va li gundê Altinsu û mezreyên Dereboyu, Meydan û Eldeyê heta emrekî din qedexeya derketina derva hat îlankirin."