BATMAN
Li Sasona navçeya Batmanê mihrîcana zanistê ya dawiya salê hat lidarxistin.
Mihrîcan li Dibistana Navîn a Cumhuriyetê hat lidarxistin. Qaymeqamê Sasonê Tekîn Dundar, Fermandarê Garnîzonê Serdar Gokhan Cengîz û Midûrê Ewlehiya Neteweyî ya Navçeya Sasonê Halîl Îbrahîm Eren vekirina mihrîcanê kirin.
Mihrîcana zanistê dê du rojan berdewam bike.