Li navçeya Sarikamişê li eraziyekî 380 hektar e dest bi çikandina 580 şaxî kirin.
Midûrê Daristanê Cemal Çelîk ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku di çarçoveya projeya çikandina şaxan a 2013an de, di mehên payizê de dest bi çikandina şaxan kirin.
Çelîk diyar kir ku di eraziyên vala de ji bo di karxaneyên endustriyê dê şaxa biçikînin û got: "Li gundên Karakûrt, Bozat, Yenîkoy û Handereyê yên li ser Sarikamişê me dest bi çikandina şaxan kir. Em şaxan ligel gundiyan diçikînin."
Çelîk dûpat kir ku divê welatiyên herêmê jî şaxan baş xwedî bikin û biparêzin.