ŞANLIÛRFA
Bi beşdariya Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî, Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, Wezîrê Hevkariya Navteweyî û Sazkirinê yê Urdunê Îbrahîm Saîf, Alîkarê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Randa Labîb û Serşêwirmendê Wezîrê Karên Civakî yê Lubnanê Makrab Malaeb li Bajarê Konteynerê ya Herranê Civîna Wezîrên Dewletên Cînarê Sûriyeyê ya 2yemîn hat li dar xistin, piştî civînê Deklerasyona Ûrfayê hat weşandin.
Di deklerasyonê de bangî civaka navteweyî kirin ku bi dewletên ku penaberên Sûriyeyê dihewînin re hevkariyê bikin.
Di deklerasyonê de hat îfadekirin ku beşdarvan ji ber qeyrana ku li Sûriyeyê diqewime û ji ber bandorên wê yên neyînî xemgîn dibin. Di deklerasyonê de wiha hat gotin: "Em bangî hemû aliyan dikin ku di Konferansa Cenewre-2yê de îxtilafên di navbera xwe de çareser bikin û bên cem hev û ber bi pêvajoyeke siyasî ve gav bavêjin. Divê Konferansa Cenewreyê li hemberî pevçûn û êşên ku gelê Sûriyeyê dikşîne bêdeng nemîne û ji bo ku saziyên alîkariyê bikaribin ji mexdûran re alîkariyê bibin şert û merc bên avakirin."