MÛŞ
Li Gundê Sûlûcaya girêdayê navena Muşê 85 pez ji ber sedemên ku hêj nehatine diyarkirin, mirar bûn.
Îzetîn Solgûnê ku li gundê Sûlûcaya girêdayî navendê ye ajalvaniyê dike, sibê zû ji bo ku mihêh xwe derxîne çû hevşiyê. Solgûn dema ket hevşiyê dît ku 85 mihên wî mirar bûne.
Solgûn xeber da Midûriya Bajêr a Ajalvanî, Çandinî û Xurekê. Li ser vê yekê wekîlê midur Osman Akar çû gund. Akarî got ku di lêkolînên ewil de rast li nîşaneyên jehrketinê hatin.
Akar destnîşan kir ji bo ku lêkolînên berfirehtir bên kirin nimûmenyên ku ji heywanan girtin, şand Elazigê û wiha axivî:
"Heywan hemû guharkirî ne lê sîgorteya wan tune. Heke welatiyê me ji Hewza Sîgorteyên Çandiniyê (TARSÎM) sûd wergirta dê hemû zirara wî bihata dayîn. Lê dîsa jî em dê ji bo ku bikaribin arîkariya welatiyê xwe bikin çi ji destê me bê dê bikin."