Tirkiye

Li Şanliurfayê qeza: 3 mirî, 41 birîndar

Türkan Tosun  | 17.02.2021 - Rojanekırın : 18.02.2021
Li Şanliurfayê qeza: 3 mirî, 41 birîndar

Şanlıurfa

Li Birecika navçeya Şanliurfayê otobêseke rêwiyan û tirek li hev qelibîn, di qezayê da 3 kes mirin û 41 kes jî birîndar bûn.

Otobêsa rêwiyan a ku şofêrê wê Mehmet Cevat K. û plaqeya wê 06 AIM 10 bû li ser rêya Şanliurfa-Gazîentabê di kîlomêtroya 75emîn da bi tira ku şofêrê wê Yunus A. û plaqeya wê 73 EA 424 qelibî.

Di qezayê da Ozgur Akbulut, Bariş Akbulut, Reşat Atlintak li cihê bûyerê mirin û 41 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan, ji ber qezayê trafîk bi awayekî kontrol dimeşe.

Hat ragihandin otobês ji Antalyayê diçû Diyarbekirê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın