Li Çiyayên Andê yên başûrê Perûyê otêbêseke rewiyan welgeriya û di qezayê de 20 kes mirin.
Li gor çapemeniya Perûyê, otêbêseke rewiyan a ku ji bo ku rêwî beşdarî cejneke olî bibin diçû herêma Cuscoyê, li Çiyayê Andê û li herêma Puqîo-Chalhuancayê ya ku pir talûke ye ji rê derket. Otobês ji 200 mêtro bilindahiyê kete erdê.
Di qezayê de ajovan, jê 5 zarok bi giştî 20 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Sedema qezayê tê lêkolînkirin.
Li Perûyê ji ber rêyan xerab gelek qeza çêdibin û par 2 hezar û 500 kes di qezayan de mirin.