Sevim Hatun
10 Îlon 2017•Rojanekirin: 11 Îlon 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê di navbera du malbatan de li ser erezî şer derket, di bûyerê de 2 kes mirin.
Li gor agahiya ku hat sitandin, li Taxa Haciya li ser navçeya Eyyubiyeyê di navbera Mahmut Saritaş û Îbrahîm Gulmezyuz de nîqaş çêbû, her çû nîqaş mezin bû û vegeriya şerê çekdarî.
Saritaş di şer de mir. Gulmezyuzê ku di bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê tevî hemû mudaxaleyan mir.
Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê li herêmê û nexweşxaneyê tevdîr sitandin.