Tirkiye

Li Şanliurfayê otomobîl qelibî: 7 birîndar

Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê otomobîlek qelibî û 5 jê zarok 7 kes birîndar bûn

Nihat Kavşut  | 14.08.2019 - Rojanekırın : 15.08.2019
Li Şanliurfayê otomobîl qelibî: 7 birîndar

Şanlıurfa

Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê otomobîlek qelibî û 5 jê zarok 7 kes birîndar bûn.

Otomobîla bi plaqeya 40 ER 735 ku şofêrê wê Orhan Gezer bû li ser rêya Sêwreg-Diyarbekirê qelibî û tevî şofêr Mustafa (10), Nazar (8) û Selma Gezer (7), Hulya (31) Îrfan Efe (2) û Remzî Canyavuz (1) birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê û ji birîndaran Selma û Nazar Gezera ku rewşa wan giran bû sewqî Şanliurfayê kirin.

Ekîbên îtfaiyeyê şewata ku di otomobîlê da derket temirandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın