Li Şanliurfayê ji ber barana gur li 4 navçeyan navber dan perwerdeyê
Şanlıurfa
Walîtiya Şanliurfayê daxuyand ku ji ber barana gur li temamiya navçeyên Ceylanpinar û Wêranşehirê, li taxên gundewar ên navçeyên Halîliye û Eyyubiyeyê rojek navber dan perwerdeyê.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku li bajêr tesîra barana gur bi navber dewam dike.
Di vê çerçeweyê da hin tevdîr hatin hildan û wiha hat gotin:
"Li hin herêmên parêzgeha me ji ber baranê li taxên me yên gundewar lehî rabû û lehiyê rê xerab kirin. Ji ber vê yekê dibe ku di çûyîn û hatinê da pirsgirêk çêbin. Ev pirsgirêk hatin nirxandin û hemû dibistanên li taxên gundewar ên ser navçeyên me yên Halîliye, Eyyubiye, Ceylanpinar û Wêranşehirê 26ê Adarê roja pêncşemê ji bo rojekê navber da perwerde û hîndekariyê."
Walîtiyê paşê li gor nirxandinên dawî yên Meteorolojiyê daxuyanî da û got, "Hemû dibistanên me yên li navçeyên Ceylanpinar û Wêranşehirê 26ê Adarê roja pêncşemê ji bo rojekê navber da perwerde û hîndekariyê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
