Kemal Erdoğmuş
16 Nîsan 2023•Rojanekirin: 18 Nîsan 2023
Li Şarkişlaya navçeya Sêwazê di qezaya trafîkê da jê 2 zarok 4 kes birîndar bûn.
TIRa ku şofêrê wê Y. H. (39) û plaqeya wê 80 ABG 623, li ser rêya Şarkişla-Pinarbaşiyê li xaçerêya Cemelê bi wesayîta ku şofêrê wê H.T. (34) û plaqeya wê 58 HG 398 qelibî.
Di qezayê da her du şofêr û M.K.T. (3) û B.Y.T. (7) yên di wesayîtan da bûn birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şarkişlayê.