MALATYA
Rêya di navbera Meletye û Semsûrê da duh ji ber berf û bagerê hatibû girtin. Piştî xebatan rê hat vekirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitendin, piştî xebatên ekîbên rêbejayê rêya di navbera Meletye û Semsûrê da ji tirafîkê ra hat vekirin.
Wek mayîn, di navbera Hekîmxan û Meletyeyê da destûrê nadin ku erebeyên bêzincîr derbas bin. Li bihurê Qerexanê jî ji ber cemedê rê tê xoykirin. Rayedaran hişyarî dan ku bira ajokar di rêya Meletye-Qeyseriyê da baldar bin û bê tevdîr dernekevin rê.