VAN
Li Gewaşa navçeya Wanê qursa "Şivanê birê ez im" hat vekirin û di encama qursê da 15 şivanan sertîfîkayên xwe sitendin.
Proje bi protokola ku di navbera Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê, midûriyetên bajêr ên Saziya Kar û Xebatê û Yekîtiya Odeyên Ziraetê ya Tirkiyeyê da hat çêkirin va hat vekirin. Li Gewaşê 15 namzedên "şivaniyê" 23 rojan perwerde dîtin.
Piştî dawîbûna perwerdeyê qursiyeran sertîfîka heq kirin. Ji bo qursiyeran li Mala Mamosteyan a Gewaşê merasim hat lidarxistin. Qaymeqam Nedîm Akmeşe beşdarî merasimê bû û diyar kir ku projeya perwerdeya şivanan girîng e.
Akmeşe diyar kir ku projeyeke zehf girîng dane destpêkirin û wiha axivî: "Şivanî karekî girîng û zor e. Li çil û çiyan emek didin hem debara xwe dikin hem jî keda wan tev aboriya welêt dibe. Ez bawer dikim ku ev projeyê bibe mînakeke baş. Ez hevalên xwe yên ku sertîfîka heq kirine pîroz dikim, ji kesên ku keda wan tev vî karî bûne ra jî sipas dikim."
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Bajêr Fevzî Altuner jî diyar kir ku li bajêr herî zêde heywandarî tê kirin û li Tirkiyeyê pez herî zêde li Wanê hene.
Altuner eşkere kir ku li bajêr ji 2 milyon û 500 hezarî zêdetir pez, qasî 200 hezarî jî dewar hene û projeyê ber û bereketê zêde bike.
Altuner diyar kir ku şivanên êdî ji berê zêdetir baldar bin û pisporî bixebitin.
Piştî axaftinan şivanan sertîfîkayên xwe sitendin û bi kêfxweşî li bilurê xistin. Menderes Ozelê ku sertîfîkaya xwe girt got ku ez ji karê xwe zehf hez dikim.