ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de bi 14 pîleyî ve li Agiriyê hat pîvandin. Li rojhilatê barîna berfê car bi car dewam dike.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, herêm ketiye bin tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê û ji ber vê yekê jî hewa sar e. Li bendê ne ku germahî 3-4 pîleyî zêde bibe.
Li Herêmê şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Qersê 13, li Agiriyê 14, li Erdehanê 4, li Erziromê 8, li Îdirê 5, Erzîncanê 0 pîle hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj hewaya herî germ li Îdirê 13, li Erzîncanê 12, li Erziromê 3, li Erdehanê 4, li Agiriyê û Qersê jî dê bibe 1 pîle.
Qalindahiya berfê li navendên bajaran li Erziromê 6, li Erdehanê 8, li Qersê 10, li Agiriyê 24 santêm li navendên xweşiqitandinê jî li Qonaxliyê 91, li Cibiltepeyê 47 û li Palandokenê jî 40 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo bûyerên cemed û şepê hişyarî dan welatiyan da ku haj xwe hebin.