Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Erzirom, Agirî û Qersê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Önder Beyter  | 26.01.2021 - Rojanekırın : 26.01.2021
Li Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Erzirom, Agirî û Qersê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li Erziromê bi tesîra sermayê şadirwanên li navendê û çem û avên li herêmên çiyayî qerimîn.

Li bajêr her wisa şembelîk bi baniyan daliqîn, xwarin dan heywanên kolanan ên ku nikarin xwarinê bibînin.

Dîsa li bajarê Agiriyê jî ji ber hişkiyê çem û av qerimîn.

Li bajêr depoyên sotemeniyê yên tirên parqkirî qerimîn, ajokaran jî agir vêxist û wisa wesayîtên xwe dan xebatê.

Ekîbên şaredariyê xebatên xwe yên avêtin û paqijkirina berfê didomînin.

Her wisa li Qersê jî heman dîmen çêbûn.

Bi tesîra sermayê rûyê çem û golan qerimîn.

Li bajêr şembelîk bi baniyên avahiyan daliqîn û ji bo ku serma neke, hin kesan wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın