Selami Küçükoğlu
03 Gulan 2021•Rojanekirin: 03 Gulan 2021
Tê texmînkirin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî dê 2 an 4 pile zêde bibe.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe ewrayî be.
Li herêma ku germahî dê 2 an 4 pile di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm û car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Agirî, Qers û Erdexanê 3, li Erziromê 5, li Erzinganê 9 û li Îdirê jî 11 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Erzinganê 27, li Îdirê 26, li Agiriyê 23, li Erziromê 22, li Qers û Erdexanê jî 21 pile be.