İlhami Erkılıç
16 Hezîran 2021•Rojanekirin: 16 Hezîran 2021
Hat ragihandin ku li 6 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê wê ewrsayî be, li aliyê bakur wê cî bi cî ewrayî be.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Qers, Erdexan û Agiriyê 9, li Erziromê 10, li Erzincanê 14, li Îdirê 18 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 35, li Erzincanê 33, li Agiriyê 32, li Qers û Erziromê 30, li Erdexanê 28 pile tê payîn.