Di doza afata madenê ya Somayê da der barê 4 şikbaran da biryar hat dayîn
Manisa
Di doza afata madenê ya li Somayê da piştî ku Dadgeha Bilind biryar betal kir û cardin darizandinê dest pê kir, der barê Can Gurkanê Serokê Lijneya Rêvebiriya Şirketa Anonîm ya Komirên Somayê da biryara 20 sal cezayê hepsê hat dayîn, 2 endazyarên madenê 12 sal û 6 meh cezayê hepsê hildan û şikbarek jî hat berdan.
Piştî ku Daîreya Cezayê ya 12emîn a Darazê biryar betal kir, doz li Dadgeha Cezaya Giran a Akhîsarê çêbû.
Rûniştina dozê li Navenda Çandê ya Bulent Cigeroglu da çêbû eqrebayên ku malbatên wan di afata madenê da mirine û parêzer beşdarî dozê bûn.
Can Gurkanê Serokê Lijneya Rêvebiriya Şirketa Anonîm ya Komirên Somayê li ser pergala dîmen û deng SEBGÎSê beşdarî rûniştinê bû, lê şikbarên din beşdar nebûn.
Heyeta mehkemeyê der barê Gurkan da ji ber sûcê "bi zanetî bûye sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan" 20 sal cezayê hepsê da.
Ji bo 2 endazyarên madenê Adem Ormanoglu û Efkan Kurt da jî 12 sal û 6 meh cezayê hepsê hat dayîn.
Şikbar Haluk Evînçê rêvebirirê plana çalakiya acil jî hat berdan.