ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de 26 pîleyê ve li Erdehanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê ji ser Sibîryayê re hewaya sar tê herêmê, ji ber vê yekê jî hewayê hê sar be û erdê bicemide û mijê bikeve.
Bi şev germahiya hewayê di bin sifirê de li Erdehanê 26, li Qersê 23, li Agiriyê 22, li Erziromê 15 li Ezircan û Îdirê 10 pîle hat pîvandin.
Dibe ku bi rojê germahiya hewayê herî zêde li Ezircanê 3 pîle, di bin sifirê de li Erdehan û Agiriyê 8, li Qersê 7, li Erziromê 5 û li Îdirê 4 pîle be.
Qalindahiya berfê jî li Erziromê 10, li Erdehanê 9, li Qersê 6, li Palandokenê 30, li Qonaxliyê 55 û li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê 26 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku ji ber sermahiya hewayê seveq û êvarê cemedê çêbe.