Bilal Gerez
30 Nîsan 2022•Rojanekirin: 01 Gulan 2022
Li Hîlwana navçeya Rihayê ji ber rêjnebaran û zîpikê kuçe û kolan di nav avê da man.

Li navçeyê barana êvarê dest pê kir piştî demekê vegeriya rêjnebaran û zîpikê û av li kuçe û kolanên navçeyê qelibî.

Di kuçeya 779emîn a li navenda navçeyê 2 wesayît di nav avê da man û av li hin malan qelibî.
Li taxên gundewar ên navçeyê ji ber barana zêde hinek dîk, şamik û mirîşk telef bûn.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û AFADê ji bo valakirina avê hewl didin.