Esma Küçükşahin
17 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2022
Li Qeyseriyê otobêseke turê welgeriya şerampolê 30 kes birîndar bûn.
Otobêsa ku plaqeya wê 33 EKC 39 e li navçeya Sarioglanê li Taxa Ilicayê welgeriya şerampolê.
Gelek ambulans, polês û cendirme çûn cihê qezayê, 30 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Ji rêwiyan Rifki Can ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji gera xwe ya Behra Spî ber bi Mersînê va diçûn.
Can got şofêr ewil li lewheyên li ser rê qelibî û wiha dewam kir: "Paşê dema hewl da ku xelas bibe otobês li ser kêlekê welgeriya. Îhtimaleke mezin ji ber ku şofêr raza qeza çêbû."